Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) encamnameya civîna meclîsa xwe ya li Diyarbekirê belav kir. PDKTê destnîşan kir ku pirsa Kurd tenê bi çekdanînê çareser nabe û tekez kir ku pêvajoyên entegrasyonê yên li herêmê nabe bibin sedema tasfiyekirina destkeftiyên neteweyî yên gelê Kurd.
Di daxuyaniya berfireh a Meclîsa PDKTê de hat diyar kirin ku serdema nû ji aliyekî ve derfetên girîng û ji aliyê din ve metirsiyên cidî bi xwe re tîne. Partiyê bal kişand ser hevdîtin û geşedanên li Tirkiye, Rojava, Îraq û Herêma Kurdistanê û nêrînên xwe yên stratejîk di 5 xalên sereke de rêz kirin:
Çekdanîna PKKê û Pêvajoya Siyasî ya Nû
PDKTê biryara PKKê ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û fesihkirina rêxistinê wekî pêngaveke girîng nirxand, lê destnîşan kir ku devjêberdana çekan bi tenê pirsa Kurd çareser nake. PDKTê tekez kir ku divê ev pêvajo rê li ber siyaseta demokratîk, naskirina nasname û zimanê Kurdî di perwerdeyê de û rakirina astengiyên li ser partiyên Kurdistanî veke.
Entegrasyona HSDê li Rojava
Li ser tevlîbûna avahiyên leşkerî û îdarî yên HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de, PDKTê ragihand ku ev pêvajo ne tenê tevlîbûna leşkerî ye; divê mafên çandî, îradeya siyasî û destkeftiyên rêveberiyên herêmî yên Kurdan di destûrê de bi awayekî fermî werin garantîkirin.
Nirxandina pêvajoyên entegrasyonê
PDKTê bi tundî dijderketina xwe ya li ber tasfiyekirina yekalî nîşan da û diyar kir ku entegrasyon divê li ser bingeha lihevhatina dualî û garantiya hiqûqî be. Hat tekez kirin ku serkeftina vê pêvajoyê ne bi avahiya saziyan, belkî bi ast û pîvana parastina mafên neteweyî yên Kurdan tê pîvan.
Pêşketinên li Îraq û Herêma Kurdistanê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê û saziyên wê xeta sor e. Her wiha bal hate kişandin ser girîngiya ewlehî, nasname û îradeya gelê Êzidî ê li Şengalê ku nabe di nav van lihevkirinên siyasî de bêne paşguhkirin.
Diyalog û Hevgirtina Neteweyî
PDKTê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd kir ku tu partî xwe wekî nûnerê yekane yê gelê Kurd nebîne. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku li beramberî krîz û guhertinên herêmî, siyaseta Kurd ji her demê zêdetir hewceyî diyalog, hevkarî û aqilê hevpar e.