PKKeya hilweşiyayî 12 sal in mirina van gerîlayan veşartibû

PKK-12-gerila-gara-matin-rojava-rojhilat-kurdistan-net

PKKeya hilweşiyayî îro nasnameya 9 çekdarên din yên rêxistinê aşkere kirin ku 12 salan berê ketine ber êrîşan û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Îro roja pêncşemî 5 Mijdara 2026ê PKKê nasnameya 9 çekdarên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir ku ji sala 2014ê ve canê xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan hat ragihandin.

Ev gerîla di dem û salên cuda de di navbera salên 2014 heya 2026ê li herêmên Avaşînê, Zagrosê, Rojava Kurdistanê, Qendîlê û Metînayê, her wiha li Zapê û Garey ketine ber êrîşên dewleta Tirk û canê xwe ji dest da ne.

Navên wan wisaye:

Mûhammed Marûf ji Bokanê ye.

Zehra Zubeyd ji Selmasê ye.

Saman Şerîf ji Sineyê.

Ariş Yedullah ji Sineyê.

Serkeft Kerîm ji Sineyê.

Xebat Xulam Elî ji Kamyaranê.

Armîn Marûf ji Sineyê.

Edîb Abdulbaqî ji Sineyê.

Maşalla Muhemedî ji Sineyê.

PKKê nasnameya van ciwanan îlan kir û di pesnê wan de gotîye ew mlîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin.

PKKeya hilweşyayî li rojên rabûrî jî nasmameya 179 şehîdên Rojava aşkere kirbû û Murad Karayilan rêveberê PKKê gotibû: agahî dereng gihîştin me, haya me nebû ku hevalên me wendane!!.