Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, di çarçoveya xebatên ji bo avakirina “Lijneya Çavdêrî û Şopandinê” de, serdana Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir.
Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, ji bo avakirina vê lijneya ku tê payîn li parlamentoyê were damezrandin, gera xwe ya hevdîtinên bi partiyên siyasî re didomîne. Di çarçoveya vê serdanê de, ji aliyê DEM Partiyê ve Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamenter Cengîz Çiçek pêşwaziya heyeta Meclisê kirin.
Li gorî zanyariyan, hevdîtina di navbera heyeta parlamentoyê û serkirdeyên DEM Partiyê de nêzîkî saetekê dewam kir. Di civînê de derbarê hûrgilî, rol û xebatên pêşerojê yên Lijneya Çavdêrî û Şopandinê de nêrîn û pêşniyar hatin parvekirin.
Tê çaverêkirin ku Numan Kurtulmuş di çarçoveya heman armancê de serdanên xwe yên ji bo fraksiyon û partiyên din ên li parlamentoyê bidomîne.