Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li ser pêvajoya çareseriyê got, pirsgirêk tenê bi çekdanînê çareser nabe, divê ji bo PKKê yasayên nû bên derxistin.
Serokê saziya îstixbarata neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, li Enqereyê beşdarî konferansa “Lêgerîna peymaneke nû ya civakî ya herêmî li Rojhlata Navîn” bû.
Kalin di konferansê de prisgirêka Kurdan, pêvajoya nû, çekdanîna PKKê, rûdanên li Sûryeyê û egera şerekî li herêmê nirxandin.
Kalin diyar kir ku çareserî ne tenê bi çekdanînê ye, bi demokratîkbûneke kûr pêkane, herweha got: divê hem çekdanîn û hem jî reform hebin, lê belê ev yek (çekdanîn) bi serê xwe prisgirêkê çareser nake.
Kalin da zanîn, dema çek hebin an jî wekî amûreke gefê li ser maseyê bin, entegrasyona demokratîk pêk nayê û got: prisgirêk tenê bi sînorên Tirkiyê ve ne girêdayîye, pêwîstiya Kurdên li welatên din jî bi demokratîkbûn û entegrasyonê heye.
Serokê MÎTê diyar kir, piştî ku ew qonaxên çekdanînê temam bikin, piştre ewê erêkirna encumena asayîşa niştmanî wergrin û yasayên nû ji bo wan endamên PKKê derxînin.