Tawaneke din ya PKKeya hilweşiyayî

PKK-15-Gerila-info

Li 2007ê canê xwe ji dest dane û ji nû ve mirina wan aşkere bû

PKKeya hilweşiyayî îro nasnameya 15 çekdarên din yên rêxistinê aşkere kirin ku ji 2007ê ve canê xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan îfşa kir, hemû ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Îro roja duşemî 9 Mijdara 2026ê rêxistina PKKê nasnameya 15 ciwanên din yên Kurdan ji Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir, 7 jê keç ku ji sala 2007ê ve canê xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan hat ragihandin.

Ev Gerîla di dem û salên cuda de di navbera salên 2007 heya 2019ê li herêmên Heftenîn, Şemzînan, Cîlo, Botan yên bakurê Kurdistanê herweha li herêmên Qendîl, Xakurk û Zapê yên Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û canê xwe ji dest da ne.

Navên wan wisaye:

Çîçek Mihemed.

Reşîd Seîd.

Gulîzar Mihemed.

Zehra Adil.

Neîme Hesen.

Ehmed Îbrahîm.

Kamîle Yasin.

Sekîne Nebih.

Rehîm Ebdulezîm.

Sîpan Fexreldîn.

Elî Bekir.

Behnam Cefer.

Mihemed Silêman.

Resûl Hesen Fîrdews.

Şeyda Mihemed.

Ev gerîla hemû bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ne.

PKKê nasnameya van ciwanan îlan kir û di pesnê wan de gotîye ew mlîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin.