Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Keşûhewayê ya li Antalyayê de, bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re hat gel hev. Di hevdîtina ku girîngiyeke mezin dabû ser pêşeroja Sûriyeyê de, her du aliyan pirsa statuya Kurdan û nexşeya siyasî ya nû nîqaş kirin.
Civîna ku di nava atmosfereke dîplomatîk de derbas bû, giranî da ser avakirina pirên nû yên di navbera Şamê, Bexdayê û Hewlêrê de. Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de bi awayekî zelal bal kişand ser mafên bingehîn ên gelê Kurd li Sûriyeyê û diyar kir ku misogerkirina van mafan di destûra nû ya welêt de ji bo aştî û aramiya demdirêj şert e.
Banga serdana Hewlêr û Bexdayê
Di civînê de li ser geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn jî sekinîn. Her du serokan li ser pêwîstiya çareserkirina aloziyên herêmî bi rêyên diyalog û diployasiyê hevfikr bûn û bal kişandin ser wê yekê ku divê îstiqrara herêmê neyê têkbirin.
Di dawiya hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî bang li Ehmed Şera kir ku di demeke nêz de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Ev serdan wekî pêngaveke girîng a ji bo xurtkirina têkiliyên herêmî tê nirxandin.