Nêçîrvan Barzanî û Pizîşkiyan: Diyalog baştirîn rê ye ber bi aştiyê ve

Nechirvan Barzani-Pizishkiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan tekezî li ser girîngiya diyalog û hevkariya hevpar kirin û ragihandin ku diyalog baştirîn rê ye ji bo bidestxistina aştî û aramiya berdewam li herêmê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12ê Mijdara 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê peyamek belav kir û da zanîn ku wî vê sibehê li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê ligel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hevdîtineke berhemdar pêk aniye.

Nêçîrvan Barzanî derbarê naveroka civînê de diyar kir ku wan behsa berfirehkirina pêwendiyan kiriye û got: “Me derbarê rewşa pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Îranê de danûstandina bîrbaweriyan kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kir ku ji bo aramiya navçeyê pêngavên hevpar pêwîst in û got: “Me tekezî li ser giringiya berdewamiya hevahengî û xebatên hevpar kir ji bo rûbirûbûna astengî û pirsgirêkên navçeyê. Her wiha me piştrast kir ku diyalog, hevtêgihîştina hevpar û hevkariya berfireh baştirîn rê ne ber bi aştî û aramiya mayînde ve.”

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan li perawîza Lûtkeya Serokên Cîhanê di çarçoveya Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (COP31) de pêk hat, ku ev çend roj in bi beşdariya serkirdeyên gelek welatên cîhanê li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê tê lidarxistin.