PKKeya hilweşiyayî îro nasnameya 11 ciwanên din yên Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir ku 14 salan berê canê xwe ji dest da ne û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştibû.
Îro roja pêncşemî 12 Mijdara 2026ê rêxistina PKKê nasnameya 11 ciwanên din yên Kurdan ji Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir, ku ji sala 2012ê ve canê xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan hat ragihandin.
Ev Gerîla di dem û salên cuda de di navbera salên 2012 heya 2024ê li herêmên Qendîlê, Xakurkê, Avaşîn, Xinêre her wiha li Rojava û Bakurê Kurdistanê, ketine ber êrîşên dewleta Tirk û canê xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Nadir Mihemed ji Baneyê.
Muhsin Miistefa Ezîzî ji Seqizê.
Bayezîd Ebubekir ji Mehabadê.
Hêmin Omer ji Mehabadê.
Hadî Rehîm ji Baneyê.
Mihemed Xalid ji Pîranşarê.
Saman Kameran ji Mehabadê.
Sadiq Îsmaîl ji Mehabadê.
Eyub Mihemed ji Bokanê.
Zekerya Ebubekir ji Serdeştê.
Danyar Mihemed Emîn ji Seqizê.
PKKê nasnameya van ciwanan îlan kir û di pesnê wan de gotîye ew mlîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin.
PKKeya hilweşiyayî ev gera sêyemîn a nasnameyên şervanên Rojhilatê Kurdistanê ye ku di vê hefteyê de îfşa dike ku hinek jê yên sala 2007ê ne.
Murad Karayilan rêveberê PKKê derbarê dereng îlankirina navên şehîdan gotibû: agahî dereng gihîştin me, şer giran bû, haya me nebû ku hevalên me wendane!!.