Serok Mesûd Barzanî bi boneya 242emîn salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Silêmanî her dem cihê helqulîna bîr û hestê neteweyî, rewşenbîrî û ferhengê bûye û dê her bimîne.”
Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê, 14ê Mijdara 2026an, li ser tora civakî ya “X”ê (Twittera berê) bi boneya salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê peyamek weşand.
Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li xelkê bajêr kir û got: “Di bîranîna 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê de, pîrozbahiyeke germ arasteyî niştecihên birêz û xoşewîst ên wî bajarê dîrokî yê Kurdistanê dikim.”
Serok Barzanî her wiha bal kişand ser rola dîrokî ya bajêr di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de û destnîşan kir: “Silêmanî ew bajar e ku bûye beşekî girîng ê dîrok, nasname û xebata neteweyî ya gelê Kurdistanê. Ev bajar her dem cihê helqulîna bîr û hestê neteweyî, rewşenbîrî û ferhengê bûye û dê her bimîne.”
Di dawiya peyamê de Serok Barzanî hêviya aramî û pêşketinê ji bo bajêr xwest û nivîsî: “Hêviya aramî û asûdeyiyeke berdewam ji bo wî bajarê ezîz ê Kurdistanê dixwazim.”