Îro, di 15ê Mijdarê de, salvegera tarî ya darvekirina serokê serhildana Dersimê Seyid Riza û 10 hevalên wî ye ku di sala 1937ê de li bajarê Elezîzê ji aliyê rejêma Tirkiyê ve hatibûn darvekirin. Seyîd Riza û hevalên xweyên têkoşînê, bi helwesta xweya bi rûmet ya li ber sêdarê û bi gotinên xweyên dîrokî di bîrdanka gelê Kurd de cih girtin.
Li gorî çavkaniyên dîrokî, di navbera 15 û 17ê Mijdara 1937ê de, Seyîd Riza ligel kurê xweyê biçûk û hevalên xwe bi awayekî nihînî li Elezîzê hatin darvekirin. Piştî vê pêvajoyê, li herêma Dêrsimê operasyonên berifreh hatin destpêkirin ku di encamê de bi dehan hezar kurd hatin qetilkirin û bi sed hezar kes jî hatin sergonkirin. Ev bûyer wekî yek ji rûpelên herî bi êş di dîroka gelê kurd de tê naskirin.
Bîranînên Çaglayangil û gotinên Seyîd Riza yên dîrokî
Bîranînên wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyeyê Îhsan Sebrî Çaglayangil, rastiya hovîtiya dewleta nejadperest ya Tirkiyê û helwesta bi heybet ya Seyîd Riza careka din radixe ber çavan. Çaglayangil di bîranînên xwe de behsa dema darvekirinê dike û diyar dike ku Seyîd Riza bi serbilindî ber bi sêdarê ve meşiyaye û bi gotinên xweyên navdar bertek nîşanî neheqiyê daye.
Wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyeyê dibêje: “Me Seyîd Riza derxist meydanê. Hewa sar bû û li derdorê kes tunebû. Lê Seyîd Riza, mîna ku meydan bi mirovan tijî be, bi dengek blind axivî û got: ’em ewladê kerbelayê ne. Em bêgunehîn. Şerme. Zilme. Cînayete.’ mûyên laşê min rabûn. Ev kalemêre bi gavên lez û bi heybet meşiya. Celad dan aliyekê. Werîs xist stûyê xwe. Bi lingê xwe li kursiyê xist û darvekirina xwe bi xwe pêk anî.
Seyîd Riza her weha got: ‘Ez dizanim, tu ji Enqereyê ji bo darvekirina min hatî. Dema tu vegeriyayî bibêje ku; ez bi hîle û şerî nekarîm te, ev ji bo min bû derd. Te mîna kêzikan leşker şandin ser min. Dîsa jî min serê xwe li ber te netewand, niha ez dê bi serbilindî herim ber sêdarê. Bila ev jî ji bo te bibe derd.'”
Di salvegera şehadeta wan de, Seyîd Riza û hemû şehîdên Dersimê bi rêzdarî tên bîranîn û têkoşîna wan her tim dibe çavkaniya hêviyê ji bo azadîxwazan.