Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser mijarên girîng ên navxweyî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û ragihand ku çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê li dijî tu aliyekî nebûye, belkî ji bo parastina rewatiya parlamentoyê û qewareya Herêmê hatiye kirin.
Barzanî derbarê pêkanîna hikûmeta nû û têkiliyên di navbera PDK û YNKê de destnîşan kir ku ew ji dil dixwazin bi hev re hikûmetekê pêk bînin ku di berjewendiya hemû xelkê Kurdistanê de be, lê divê her tişt li gorî qebareya xwe be û rêz li dengê xelkê û encamên hilbijartinan bê girtin. Herwiha daxwaz kir ku banga Serok Barzanî bibe bingehek ji bo hemû aliyên siyasî da ku berjewendiyên şexsî û hizbî bidin aliyekî û ji bo avakirina hikûmetê werin ser maseya gotûbêjê.
“Hewla hilweşandina parlamentoyê xiyanet bû”
Derbarê redkirina giliyê hilweşandina parlamentoyê ji aliyê Dadgeha Federalî ya Iraqê ve, Mesrûr Barzanî spasiya dadgehê kir û hewla gilîkirinê ya ji bo hilweşandina parlamentoyê û qewareya Herêmê wekî “xiyaneta li destkefta şehîdan û keda Pêşmerge” bi nav kir. Wî herwiha destxweşî li xelkê Helebceyê û tevahiya bajarên Kurdistanê kir ku li dijî wê helmetê rawestiyane û tekez kir ku “Herêma Kurdistanê bêguman dê yekgirtî bimîne.”
Êrîşa li ser Kormorê û pêdiviya sîstema berevaniya asmanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê wekî ziyaneke mezin ji bo tevahiya xelkê Kurdistanê û Iraqê binav kir û ragihand ku lijneyeke lêkolînê hatiye avakirin da ku encamderên vê tawanê di zûtirîn dem de werin naskirin û cezakirin. Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Federalî, hevpeyman û dostên xwe kir ku alîkariya Herêmê bikin ji bo dabînkirina sîstema berevaniya asmanî û şiyanên dijî mûşek û dronan, ji ber ku ne tenê binesaziyên aborî, belkî pêgehên ewlehiyê û welatiyên sivîl jî tên armanckirin.
Danûstandinên Bûdceya 2027an û mûçeyên xebatkaran
Derbarê para Herêmê di projeyasaya bûdceya sala 2027an de, Barzanî diyar kir ku reşnivîsa berê “stem û nedadperweriyeke zêde” li dijî mafê xelkê Kurdistanê tê de hebû, ji ber ku ji 216 trîlyon dînaran tenê 13 trîlyon dînar ji bo Herêmê hatibûn diyarkirin, di demekê de ku para Herêmê %14.14 e û divê nêzîkî 30 trîlyon dînaran be.
Wî da xuyakirin ku di serdana xwe ya bo Bexdayê de li ser çend xalan li hev kiriye; di serî de dabînkirina mûçeyên Herêmê mîna mûçeyên hemû xelkê Iraqê bêyî girêdana bi pirsên din ve. Herwiha ji bo bûdceya veberhênanê, Herêmê du pêşniyar pêşkêş kirine: Vegerandina nîvê dahata federalî li hember dabînkirina beşa veberhênanê, an jî mana tevahiya dahata ne-petrolî ji bo Herêmê li gel vegerandina tevahiya dahata petrolê bo hikûmeta federalî bi rêya SOMOyê. Lêbelê, wî da xuyakirin ku piştî vegera wî hin destkarî di xalan de hatine kirin û gotûbêj hîn jî berdewam in.
Geştyarî, têkiliyên navneteweyî û dabînkirina petrola spî
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Barzanî hatina grûpa hotêlên navneteweyî yên mîna “Accor” û “Movenpick” bo Herêma Kurdistanê wekî nîşaneke zelal a aramiya herêmê û geşbûna kerta geştyariyê binav kir. Herwiha serdana Wezîrê Hevahengî û Geşepêdanê yê Almanyayê girîng hesiband û behsa pêwendiyên dualî kir.
Derbarê dabînkirina petrola spî ya zivistanê de jî, Serokwezîr ragihand ku Hikûmeta Federalî soza şandina 50 milyon lîtreyan wekî karwanê yekem daye, lê ji ber sermuseda navçeyên çiyayî ev rêje têra hemû pêdiviyan nake û ew hêvîdar in karwanên din jî li pey werin.