Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive û di civînê de biryarên Hikûmeta Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê û pirsa binpêkirina destûrê tên gotûbêjkirin.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 25ê Mijdara 2026an dicive.
Di civînê de biryarên Hikûmeta Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê dê bên gotûbêjkirin û Encûmena Wezîran dê bi awayekî fermî bersiva Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bide.
Ev civîn di demekê de ye ku biryarên Hikûmeta Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê di warên petrolê û deriyên sînorî de karvedan li pey xwe anîn. Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Serokê YNKê, her wiha PDK û YNKê di daxuyaniyeke hevbeş de ew biryar red kirin û wekî binpêkirineke eşkere ya destûrê bi nav kirin.
Di heman demê de aliyên din ên siyasî jî bi yekdengî li dijî wê biryarê derketin