Serok Mesûd Barzanî derbarê pêşhatên dawî yên siyasî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de peyamek belav kir û ragihand, Herêma Kurdistanê berhema xebat û qurbanîdana sedsalî ya gelê Kurdistanê ye û naçe bin barê ti biryareke nedestûrî û sepandina îradeya ti kes û aliyekî.
Serok Barzanî di peyama xwe ya îro sêşemiyê (24.11.2026) de amaje bi wê yekê kir ku ev demeke li navendên biryarê yên Iraqê liv û tevgerên nesiruştî li dijî Herêma Kurdistanê tên dîtin, ku xwe di hewldanên ji bo binpêkirina prensîbên federalîzmê, Destûra Iraqê, paşguhxistina mafên gelê Kurdistanê û derxistina biryarên yekalî de dibînin.
Di peyamê de rola sereke ya Herêma Kurdistanê ya di rûxandina rejîma berê di sala 2003yan de û avakirina Iraqeke nû û nivîsandina destûrê de hat bibîrxistin û hat diyarkirin, mixabin desthilatdarên Iraqê destûr cîbicî nekirin û roj bi roj dest bi dijayetîkirina maf û destkeftên gelê Kurdistanê û binpêkirina prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê kirin.
Derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de jî, Serok Barzanî tekez kir ku wan her ji destpêkê ve piştgiriya xwe ji bo Serokwezîr Elî Zeydî di çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna gendeliyê de ragihandiye û bi kiryar ew yek pêk aniye. Barzanî rexne li wan helwestên çewt û tohmetên bêbingeh ên li dijî Herêmê girtin û got: “Çareserkirina pirsgirêkan bi helwestên nesaxlem, tohmetên bêbingeh û biryarên yekalî nayê kirin. Em çawa alîkarê Serokwezîrê Iraqê bûn di jinavbirina gendeliyê de, bi heman awayî dê alîkar bin di rêgirtina li karên neyasayî û diyardeya qaçaxçîtiyê de, lê belê bi rêyên yasayî û destûrî.”
Di dawiya peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî tekezî li ser pabendbûna bi destûrê kir û ragihand, pêwîst e aqil serwer be û ti kes pişta xwe nede mîzac, zanyariyên şaş û biryarên wêranker, ji ber ku Herêma Kurdistanê xwedî mafê xwe yê rewa ye û qebûl nake îradeya ti aliyekî li ser were sepandin.