Ezmûna Şamê veguhast Îmraliyê; 4 jin dê li vîllayê bi Ocalan re bijîn

Apo-3-jin-villa-net

Li ser daxwaziya Abdulla Ocalan rêberê PKKeya hilweşiyayî, 4 jinên ji rêxistinê tevlî ofîsa wî li vêlaya nû bûn, Ocalan bi salan bû di xwest jin serdana wî bikin, ev daxwazîya wî hat bicîh anîn.

Abdulla Ocalan, ku bi salane daxwaz dike jin di her pêvajoya aştî û agirbestê de li Îmraliyê serdana wî bikin, daxwaza wî hatiye bicîhanîn.

Hat hînbûn ku 4 jinên ji rêxistinê tevlî sekretariyeta Abdulla Ocalan, serokê PKKeya hilweşiyayî bûne, ku ew çûye xaniyekê bi şêweyê vîllayê ku bi taybetî ji bo wî li Îmraliyê hatîye çêkirin.

Li gorî rojnameya Nefes ya Tirkiyeyê, 4 jinên ji rêxistnê tevlî sekretariyeta 4 kesî ya Ocalan li Îmraliyê bûne. Di nûçeyê de tê gotin ku yek ji jinên ku tevlî tîmê bûne birazîya Ocalan e.

Niha, Zekî Bayhan, Umer Hayr Konar, Hamil Yîldrim û Ergîn Atabey wekî sekreteriyaya Ocalan li Îmraliyê dimînin.

 4 kesên din li vê tîmê hatine zêdekirin. Ocalan û birazîya wî niha li xaniyê dimînin. Xanî du qatîye li qata jorîn odeyên xwendinê û pirtûkxaneyek heye. Qata jêrîn gelek ode hene.

 Sekretaryeta Ocalan û endamên nû yên tevlîbûyî li girtîgeha Îmraliyê dimînin.

Li gorî agahiyan, girtiyên din yên jin jî dê di demek nêzîk de biçin vîlaya Ocalan. Her wiha, avahiyên nû dê li baxçeyê vîlayê ji bo endamên mêr yên sekretariyê werin çêkirin.

Sîstema Şamê gihîştiye Îmraliyê

Bi zêdekirina jinan li tîma sekretarîya Ocalan, sîstema ku wî li vîlaya xwe ya li Şamê ava kirîye, veguheztîye Îmraliyê. Li Şamê, Ocalan di vîlayek li Mezze de di jîya, ew deverek tijî avahiyên lukise ku Esed û derdora wî lê diman.

Tê zanîn ku vîlaya li Mezze jî du qatî bû, di baxçeyê xwe de hewzek avjeniyê hebû, û Ocalan li qata duyemîn bi jinan re dijya. Ajokarên wî yên mêr, yên ku karubarên wî yên pratîkî birêve dibin, û biraziyê wî li qata jêrîn dijyan. Dema ku em berawrid dikin, xweya dike ku Ocalan jiyana xwe ya bi şêweya vîlayê ji Mezze veguhestîye Îmraliyê.