Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê bang li Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî dike ku pabendî deqên destûrê bin û tekez dike ku Dadgeha Bilind a Federal xwedî desthilata şîrovekirina destûrê ye.
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê îro Çarşemê, 25ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de ragihand: “Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêmê û hemû hêzan dikin ku pabendî destûrê bin.”
Encûmena Bilind a Dadwerî di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku Iraq dewleteke federal, yekgirtî û serbixwe ye û sîstema hikûmraniyê tê de komarî, parlamentoyî û demokratîk e. Herwiha hat diyarkirin ku Destûra sala 2005an garantiya wê sîstemê ye û Dadgeha Bilind a Federal li gorî deqên destûrê, desthilata ya şîrovekirina birgeyên wê heye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Di vê çarçoveyê de, em bang li Hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî yên peywendîdar dikin ku pabendî wan deqan bin ku di destûrê de hatine çespandin.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) duh di daxuyaniyeke hevpar de amaje bi wê yekê kir ku ew daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê ve hatiye belavkirin, ligel wan pêşhat û rêkarên ku di van çend rojan de li Îraqê di rojevê de ne, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî û cihê matmayîneke zêde ne.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku hemî alî baş dizanin ku Herêma Kurdistanê ji wan mafên di Destûra Îraqê de hatine zêdetir daxwaz nekiriye, lê bi dirêjahiya salên borî mafên wê yên destûrî hatine binpêkirin.
Li gorî wê daxuyaniyê, her du aliyan tekez li ser wê yekê kiriye ku divê hemî alî pabendî destûrê bin û eger pirsgirêkek jî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hebe, divê destûr dadwer û di navbera wan de navbeynkar be. Ji bilî destûrê, her rêkar û biryareke din li dijî Herêma Kurdistanê berevajî destûrê ye.
Di daxuyaniya hevpar a PDK û YNKê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku Herêma Kurdistanê berhema xwîn û xebata dûrûdirêj a gelê Kurdistanê ye û binpêkirina maf û destkeftiyên wê xeta sor e.
Her du aliyan piştrast kiriye ku ew ligel diyalog, zelalî û hevfêmkirinê ne û biryara yekalî xizmeta ewlehî û tenahiya Îraqê nake.