Êrîşa xwekujî ya DAIŞê li Hesekê: 2 leşker hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn

Êrîşa xwekujî ya DAIŞê li Hesekê: 2 leşker hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn

Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên parêzgeha Hesekê ragihand ku di encama êrîşeke xwekujî ya şaneyên rêxistina DAIŞê de li ser bingeheke ewlehiyê ya li bajêr, du leşkeran jiyana xwe ji dest daye û pênc kesên din jî birîndar bûne.

Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxweyî yê Hesekê, Emîd Merwan Elî, îro Çarşemê (25ê Mijdara 2026an) di daxuyaniyeke vîdyoyî de hûrgiliyên bûyerê parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, şaneyên DAIŞê bi rêya êrîşeke xwekujiyê yek ji bingehên ewlehiyê yên yekgirtî kirine armanc.

Emîd Merwan Elî diyar kir ku li gorî amarên destpêkê di vê êrîşê de 2 leşker hatine kuştin û 5 kesên din birîndar bûne. Fermandarê ewlehiyê her wiha destnîşan kir ku rêxistinê piştî aramî û tenahiya ku li bajar û parêzgeha Hesekê hatiye dabînkirin, hewl daye bi rêya van teqînan peyamekê bide û rewşa ewlehiyê têk bide.

Li aliyê din, çavkaniyên herêmî û ajansên nûçeyan ragihandin ku êrîş bi teqandina matorsîklêteke bombekirî li ber deriyê navendeke Hêzên Ewlehiya Navxweyî li devera Mişêrfeyê dest pê kiriye û piştî teqînê dengê teqeyeke dijwar û çend teqînên din li herêmê hatine bihîstin.