Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî gotegotên li ser çûna yekîneyên artêşê ber bi Kurdistanê ve red kirin û ragihand, ew gotin ne rast in. Ebûdî her wiha diyar kir ku Serokwezîr girîngiyê dide parastina gelê Kurdistanê, mafên wî yên destûrî û dûrxistina mûçeyê fermanberên Herêmê ji her cûre nakokiyan.
Heyder Ebûdî derbarê liv û tevgera hêzên leşkerî de axivî û got: “Ti rastiya wê yekê nîne ku yekîneyên artêşê ber bi Kurdistanê ve tevgeriyabin. Her wiha Serokwezîr tekezî li ser parastina gelê Kurdistanê kiriye, ne ku gef lê bê xwarin.”
Berdevkê Hikûmeta Iraqê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Serokwezîr gelekî girîngiyê dide parastina mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê û diyar kiriye ku mafên gelê Kurdistanê di destûrê de hatine misogerkirin.”
Derbarê mûçeyê fermanberan de jî Heyder Ebûdî da zanîn: “Serokwezîr tekez kiriye ku mûçeyê fermanberên Herêmê dûrî her nakokî û cudahiyekê ye.”