Mesrûr Barzanî: Em li ser bingeha destûrê berevaniyê li mafên xwe dikin

Masrour-Barzani-iraq-net

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Em berevaniyê li mafên xwe dikin.” Herwiha da zanîn ku hem wan û hem jî YNKê amadebûna xwe ji bo beşdarbûna di civîna aliyan de nîşan daye û dê li ser bingeha destûrê berevaniyê li mafên gelê xwe bikin; her wiha bang li aliyên siyasî kir ku ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê li ser yekrêziyê berdewam bin.

Derbarê derfeta gotûbêjê û civîna aliyan de, Mesrûr Barzanî got: “Bêguman em kêfxweş in ku li her cihekî derfeta gotûbêjê hebe em ê beşdar bibin. Wisa dizanim ev vexwendname arasteyî hemû aliyên pêwendîdar ên vê mijarê hatiye kirin, lewma hem me û hem jî YNKê amadebûna xwe nîşan daye ku em beşdarî vê civînê bibin.” Serokwezîr hêvî kir ku bigihîjin encameke baş ku di berjewendiya hemû welêt de be û li gorî bingeh û xalên destûrî berevaniyê li mafên gelê xwe bikin.

Di bersiva pirseke li ser şîrove û ravekirina Dadgeha Federal de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, ew vê mijarê ji aliyê fermî re dihêlin da ku paşê ji aliyê yasayî ve bersiva xwe amade bikin û tekez kir ku bêguman li hemberî wê şîroveya ku hatiye kirin, bersiveke yasayî heye.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola ciwanan a di lûtke û xwepêşandanê de û got: “Bûyerên van du-sê rojan û beşdariya ciwanan a di wan de, nîşaneyeke gelekî zelal e li ser wê rolê ku ciwan dikarin bilîzin.”

Her wiha got: “Di wê xwepêşandana ku bi rêya ciwanan ve hat kirin de, ciwanên me helwesta xwe ya zelal nîşanî hemû cîhanê û Hikûmeta Federal a li Iraqê da ku em aştî û avedaniyê dixwazin û ciwanên me bi awayekî aştiyane daxwaza mafên xwe, avedaniyê, pêkvejiyana aştiyane û dabînkirina mafên xwe yên destûrî dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hemû wan welatiyan jî kir ku tevî westandinê beşdarî xwepêşandanê bûne û ragihand, Herêma Kurdistanê ya hemû çîn, pêkhate û temenan e; çi ciwan û çi pîr, çi astengdar û çi jî tendurist bin, çarenivîsa hemûyan bi hev ve girêdayî ye, ji ber ku her tiştê li vî welatî biqewime dê bandorê li ser jiyan û paşeroja her kesî bike. Her wiha zelal kir ku beşdarbûna bi hev re û derbirîna hestên welatiyan nîşana yekgirtinê ye li ser daxwazkirina mafan û rûbirûbûna her tiştê nexwestî yê ku li dijî mafên destûrî yên netewe û welêt be.

Têkildarî helwesta partiyên siyasî jî, Mesrûr Barzanî spasiya hemû wan aliyên siyasî kir ku xwedî helwesteke niştimanperwer bûne û daxwaz ji wan kir ku li ser bingeha parastina qewareya Herêma Kurdistanê, di yekrêzî û yekhelwestiyê de berdewam bin.