Arteşa Tirkiyê îro berpirsekê Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li sînorê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê desteser kir.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Bakurê Kurdistanê, îro roja pêncşemî 27/2/2020an, berpirsekê PKK’ê yê bi navê Wîdat Şekire û bi kod navê Cesur Başkale bi dîl ketîye dest arteş û hêzên navxwe yên Tirkiyê.
Aliyê Tirkiyê jî bi taybet wezareta karên navxwe ser rast kirîye ku wan îro Cesur Başkale desteser kiriye, wexta ku operasyoneka hêzên Cendirmeyan li ser hinek nav û nîşanên sînorê Wanê hatîye pêkînan.