MESRÛR BARZANÎ HINEK BIRYARÊN GIRÎNG DAN

Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro serperiştîya civîneke taybet bi helsengandin û bicîkirina rêkarên rû bi rû bûna vîrosa Koronayê kir, pilanên hikûmetê ji bo dabîn kirina pêwîstiyên sereke yên hemwilatiyan ji xwarin, derman û sotemeniyê û her wiha rewşa abûrîya Herêma Kurdistanê gotubêj li ser kirin.
Civîna îro ya encûmena wezîran ji bo pabendbûna bi rênimayên tendirustiyê, bi awayî vîdyo konferans hat li darxistin û li destpêkê Mesrûr Barzanî serokê wezîran xoragirîya xelkê Kurdistanê sipas kir û ji bo parastina jiyan û silametiyê xwest gel alîkar be û pabendî rênmayan be.
Mesrûr Barzanî her wiha sipasîya tev wezaret, hêzên ewlehiyê û Pêşmergeyan kir, her wiha dxtor û karmendên tendirustiyê di babeta rû bi rû bûna Koronayê de, her wiha sipasîya wan sermayedaran kir ku li dûv bangewazîya wî hatine û hêsankarî kirine.
Di civînê de hejmareke biryaran hatine dan ji wan hewa kom kirina alîkariyên darayî ku heweke niştîmanî be û dahatiyê wê bi awayekî dadperwer li ser parêzgehî û qezayên Kurdistanê li pênavê berhingarbûna Koronayê bê xeric kirin.
Mesrûr Barzanî her li vê derbarê de ji civaka navdewletî û hikûmeta federal xwest alîkarîya Herêma Kurdistanê bikin.
Li derbara mûçeyan, serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji wezaretên Pêşmerge û darayî xwest ku rêyeka guncay ji bo dabeş kirina mûçeyan bibînin bi wî mercî ku pabendîya temam bi rênmayên tendirustiyê bê kirin.
Mesrûr Barzanî li derbara daketina bihayê petrolê û rêxistina dahat û xerciyên kerta petrolê û ziyanên daketina bihayan li ser abûriya Herêma Kurdistanê, biryar da li wexteka nêzîk encûmena bilind ya neft û xazê civînekê saz bike.