Wêraniya Herêmên Parastina Mîdya li Başûr û avedanîya Herêmên Bakur

WÊRANIYA HERÊMÊN PARASTINA MÎDYA LI BAŞÛR Û AVEDANÎYA HERÊMÊN BAKUR

Li saya serê PKKê kavilkirina gund û komelgehên sînorî yên Herêma Başûrê Kurdistanê berdewame

Piştî ku li şeva 24 ser 25/8/2015an pêvajoya aştiyê ji aliyê dewleta Tirkiyê û partîya karkerên Kurdistanê PKKê, bi yekcarî hatî tune kirin, pêvajoya ku bo dema 2 salan dinavbera wan da dest pê kir û ta radeyek baş navçeyên sînorî yên herêma Kurdistanê aramî bi xwe ve dît, lê belê weha xuya bû ku ev aramî ye li gor dil û xwasteka herdu aliyan nebû, lewra careke din şer û alozîyan dest pê kir.

Her ji dîroka diyar kirî, roj bo roj ev şer û alozî û hewên bombebaran kirin û kavilkirina gund û komelgehên sînorî yên Herêmê berdewame.

Ji bilî wan navçe û gundên sînorî yên herêma başûrê Kurdistanê, ewên PKKê bo xwe kirî seywan û ji sala 1992 heya vê demê rê neday gel lê akincî bibin, herweha rê nedaye gel bi dîtna warên bab û kalên xwe jî şad bibin, PKKê ev navçe li gelê wê yê resen qedexe kirîye û kirîne “Herêmên Parastina Mîdya”.

Jiber dijwariya wê bombebaran û çavdêrîya li ser stargeh û baregehên PKKê hey û ew teknolojî û amûrên hewalgîrî yên pêşketî di dest dewleta Tirkiyê de,  her ku diçe zîyanên PKKê pêtir dibin, li himber vê hewa dijwar, PKK nikare ti tiştekî bke ji bilî hinek çalakî û karên têkderane û lawaz li ser xalên sînorî yên Leşkirê Tirkiyê, derencam de jî hemû ev çalakî bi zirar û zîyanên navçeyên sînorî yên herêma başûrê Kurdistanê bi dawî dihên.

Lê belê ger em nerînekê li aliyê din yê sînorî, wate aliyê Bakurê Kurdistanê bikîn, wê mêze bikîn aramîyek baş lê heye roj bo roj li gund û navçeyên aliyê Bakurê Kurdistanê avedankirin baştire û ew gund û komelgehên li salên 80ê û 90an ji sedeya 20ê ji ber şer û alozîyan çol bûy, careke din avedan bûyne ve û gelê wan navçeyan careke din li ser cih û warên xwe akincî bûne, bi hevkariya supayê Tirkiyê û xweparastina gelê wan navçeyan, bi rêya xwe dûr kirinê ji PKKê û hevkarî kirin di gel supayê Tirkiyê .

Berevajî li aliyê herêma başûrê Kurdistanê, her ku diçe wêrantire, ev jî ji ber wê sitemê ye ewa PKK li van navçeyan dike ku wê di van xalan da diyar kîn:

  • PKKê rê xweş kir û delîve da ye dest supayê Tirkiyê baregeh û Qereqolên serbazî li ser sînor zêde bke û li hinek navçeyan çendîn kîlometran hatîne di nava xaka herêma Kurdistanê de û li cihên blind û stratejî ew baregeh danane, da ku di zal bin li ser navçeyê, vê yekê pir metirsîyek li ser gundên sînorî dirust kirîne û gelek navçe ji ber van baregeha çûl bûyne.

  • bi kar anîna teknolojiya pêşketî ji aliyê supayê Tirkiyê ve di bombebaran kirin û bi armanc kirina cihên PKKê, her car bi zîyana PKKê û têkdana jîngeh û ji nav birina xwezayê Herêmê bi dawî tê.

  • peyda kirina ne aramiyê li cihên geşt û guzarî û ji dest dana wan cihan roj bo roj di zêdebûnê de ye, ji ber bi cih bûna gerîlayên PKKê li wan navçeyan, herweha ev Gerîlaye ji bo ku xwe biparêzin di nava welatiyan de ku gelek caran bi zîyana canî û madî ya gel bi dawî hatîye.

  • bi bername û plan çi j aliyê PKKê ve, yan ji aliyê Tirkiyê ji bo bicîh kirin û berteng kirina rûberê Herêmê, bi rêya çol kirin û der kirina gelê navçeyên sînorî ji cih û warên wan û kom kirina gelê wan navçeyan di nava bajaran de.

  • têkdana saykolojî û deronê gelê Başûr bi rêya bê barkirin û neçûna gel ji bo cih û warên xwe û şadbûn bi xweza û ciwanîya deverên wan.

  • rakêşana balefirên ceng yên Tirkiyê ji bo lêdana ‘erebe û cihên PKKê li nava xaka Herêmê, pir caran li nêzî senterê bajaran û ev jî bi bername û bi armanc tê encamdan, bi taybetî li navçeyên petrol lê ku ev navçeye jî bi stratejî ji bo abûra Herêmê tên nas kirin.

  • rêgrî kirina PKKê li gelek navçeyan ku rê nedaye destê avedan kirinê bigihîtê, bi hinceta wê yekê ku nêzî wan cihan dibin yên ji bo xwe kirîn stargeh.

  • bi kar anîna ‘erebeyên weke ‘erebeyên welatiyan ji aliyê PKKê ve, ji bo ku supayê Tirkiyê cudahiyê di navbera erebeyên PKKê û yên welatiyan de neke, bi vê yekê jî xeter li ser welatiyên navçeyên cuda peyda kirîye.

  • akincî bûna PKKê di nav gundan de ku li gelek gundan di nava kavilên xanîyan de yan di nava gundan de bê razîbûna gel têde akincî dibin, gel ji vê reftara PKKê bêzar bûye ji ber ku xeter ketîye ser jiyana wan û hejmarek zor ya gel gundên xwe ji ber vê sedemê çol kirîne.

  • piştî bi zehmet ketina çûn û hatina PKKê, ji ber wê fişara li ser wan ji aliyê balefiran ve, di ev sale de li gelek gundan Gerîlayên PKKê çûyne dergeh û pencerên gelek malan şikandîne bi merema peyda kirina parîyek xwarinê.

  • encam dana çend çalakiyên têkderane li dijî hêzên Tirkiyê di nava xaka Herêmê de bi danîna TNT yan li ser rêyên giştî û têkdana çend rêyên giştî bê ku encamek bi dest wan ketibe, yan jî bê ku çi zîyanek bi serbazên Tirkiyê gihandibe.

  • dûr kirina gel ji deverên çîyayî û bêbar kirina wan ji berhemên xwezayî yên çîya ku dibin palpişt ji bo barê abûrî ya gel.

Ger baş têhizrînê di van hemû kar û kiryarên PKKê de bikîn, wê ji bo her kesî diyar be ya ku PKK encam dide, hîç kêmtir nîne ji wê ya dujminên gelê Kurdistanê encam didin û dixwazin encam bidin.

Herweha bi dehan xal û birgeyên din yên xeter û plan ji bo darêtî ku ji aliyê serkirdatî û seranên PKKê ve dihên darêtin bi merema paşde birin û berteng kirina sînor û çarçûvê Herêmê, lewra ger baş fikir di van hemû kar û kiryarên PKKê de bikîn, wê ji bo her kes diyar be a PKK dike, bi t awa kêmtir nîne ji wê ya dujminên gelê Kurdistanê dikin û dixwazin bikin.

Gelek caran weha tê berçav herdu aliyan anku Tirkiyê û PKKê peywendîyeke baş di navbera xwe de heye, bi her awayekê hebe armanca wan ji nav birina prose û xweserî û aramî û avedaniya başûrê Kurdistanê ye, ji bilî paşde birina bizava rizgarîxwaza gelê kurd li her sê parçeyên din ên Kurdistanê.

Eve û bi dehan xalên din yên têkderane û bi mebest û plan darêtî ji aliyê serkirdayetiya PKKê ve, bêy li ber çav wergirtina serwerî û rûber û xak û siruşt û herweha gelê Herêmê û berjewendîya blind ya gelê kurd li başûrê Kurdistanê yan li Bakurê Kurdistanê, derencam de  ti tişt bi dest PKKê neketiye û wê bi dest nekeve, bi vî awayî, ji bilî xizmet kirina dujminên gelê Kurdistanê û berteng kirina qebarê Herêmê û paş de birina herêma Kurdistanê ji hemû rûyekî ve ku gelek caran dibe guman jî têda nebe ya ku PKK dike heman ew siyasete ya ku dujminên gelê kurd dixwazin bi rêya PKKê bikin û haydarî hev bin û  bi hevre kar bikin û gelê dilsoz jî dibe qurbanî siyaset û berjewendîya seranên PKKê,  lê belê roj bo roj  rastiya PKKê diyar dibe û êdî gelê kurd li her cihî li yariya wan gihiştiye.

Serwet Mistefa    

Pustên heman beş