Destdirêjiyên arteşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li Herêma Efrînê ya rojava kurdistanê berdewame û ji duh hejmareke hemwilatiyên Kurd hatine revandin.
Nerîngeha sûrî ya mafên mirovan eşkere kir ku di 24 demjimêrên rabûrî de, çekdarên mîlîşya ya Silêman Şah ya ser bi Tirkiyê, li Herêma Efrînê bi ser malên hejmareke hemwilatiyên Kurd de girtîye.
Herweha dest nîşan kir, çeteyên ser bi Tirkiyê hejmarek xortên Kurd revandine û malbatên wan haydar kirine ji bo ew serbest werin berdan, pêwîste 1000 dolarên Emerîkî bidin.
Li gor nerîngeha Sûriyê, li roja 18 vê mehê, cesedê jinekê li gundekê girêdayî navçeya Cindirês ê hatbû dîtin ku ji aliyê çeteyên mîlîşya ya Weqas ya ser bi Tirkiyê, hatbû şehîd kirin.