Li Dêrezorê dinavbera şervanên HSD ê û çekdarên DAIŞ’ê şer qewmî

Li Dêrezorê dinavbera şervanên HSD ê û çekdarên DAIŞ’ê şer qewmî

Duh şev hêzên Sûriya Demokratîk HSD ê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bi Serokatiya Amerîkayê li gundekê sînorê bajarê Dêrezorê digel çekdarên DAIŞ’ê rû bi rûyê şer hatin.

Gundê “Elzir” li sînorê bajarê Dêrezorê şeva rabûrî şereke giran dinavbera HSD ê û DAIŞ’ê bi xwe ve dît ku di vî şerî de Firokeyên Amerîkayê piştevaniya hêzên HSD ê dikir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li rojava kurdistanê eşkere kirin li saetên dawyê li şeva rabûrî hêzên Sûriya ya Demokratîk HSD ê bi piştevaniya 5 Firokeyên serbazî yên Amerîkayê li vî gundî bicî bûn û xelkê gundê han xwest li malên xwe de ne derkevin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kirin ku piştî vê yekê şereke dijwar qewmî û Firokeyên serbazî yên Amerîkayê jî çendîn moşek arastey wan xaniyan kirin yên ku çekdarên DAIŞ’ê têde bûn. Di encama van şer û pevçûnan de terorîstekê Îraqî hat desteser kirin û du terorîstan jî xwe teqand lê çi zîyan ji encamê xwe teqandina wan de dirust nebûn.

Her ji destpêka îsal heya niha terorîstên DAIŞ’ê bi awayek berdewam, rojane êrîşê sengerên HSD ê dikin.

Li roja duşemî ya rabûrî de berpirsê hemahengiya DAIŞ’ê jî li Dêrezorê hat desteser kirin.

Pustên heman beş