Malbata zarokê ku polîsan Teqe lê kirî axvî

Malbata zarokê ku polîsan ber ser pişta wî day axvî

Dayk û bavê zarokê bi navê B.E. Ku li Nisêbînê polîsan gule avêtînê  axvîn. Dayk û bavên wî zarokî diyar kirin ku zarokê wan piştî bûyerê bi 3 rojan ji nû bi ser hişê xwe ve hatiye.  

Duh êvarê bi dîmenên ku di sosyal medyayê de hatbûn parvekirin derketbû holê ku li malên TOKÎ’yê yên li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê li Mêrdînê, polîsan bi guleyan êrîşî zarokên ku li ber derê mala xwe leyîstine kirin û zarokê 8 salî ê bi navê B.E. Birine ber maşîneya zirxî û ew îşkenceya deronî û fîzîkî kiriye.

Ji ber ku dîmen di raya giştî de bûn, bû sedema bertekên zêde, qaymeqamiya navçeyê têkildarî mijarê daxuyanyek da û ragihand jiberku zarokan li roja 25ê nîsanê ber avêtîne polîsan ev bûyer pêk hatiye û polîs ji kar hatiye dûrxistin û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Bavê Mehmet angaşta qaymeqamiyê ya “avêtina ber” red kir û da zanîn ku kurê wî roja bûyer ji bo bilîze derketye baxçe û wiha got: “li ser bertek nîşandana cîranan kurê min berdan. Dema kurê min li cem polîsan zivrî ruh lê nemabû. Ziravê wî qetiyabû. Derûniya wî xerab bûbû û heta 3 rojan bi ser hişê xwe ve nehat. Dema ku kurê xwe di rewşê de dît em jî gelek tirsiyan. Ji bo ku derbarê polîsan de tişta pêwîst bê kirin çi j destê me bê emê bikin.”

Dayka Vecîhe jî da zanîn ku dema nimêj kiriye dengê çekan ji derve hatiyê û di demek kurt de kurê wê hatye malê û ev tişt got: “dema kurê min hat malê xwîn li canê wî nemabû û bi zorê bêhin digirt. Dema min ew di wê rewşê de dît ez gelek tirsiyam. Kurê min dema ku li baxçe dilîst polîsan ev yek bi wî kiriye. Ev ne karê mirovahiyê ye.”

Pustên heman beş