PKK nikare gerîlayên xwe biparêze

PKK nikare gerîlayên xwe bparêze

Balefrên ceng yên arteşa dagîrkar yên dewleta dagîrkar a Tirkiyê ciyên PKK ê li Herêma Başûrê Kurdistanê hedef kirin û zirarên mezin lê xistin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, balefirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê, îro roja çarşemî 13/5/2020an, te’qîba ciyên PKK ê li çiyayê Metîn û navçeya Xwakurk kirin û ciyên wan bombebaran kirin.

Di êrîşan de, 4 gerîlayên PKK ê li Metîn û xwakurkî canê xwe ji dest dan, ciyên ku ketine ber moşekan hatine wêran kirin.

Tê zanîn ku ji destpêka vê salê ve, bi dehan gerîlayên PKK ê di êrîşên balefirên bê pîlot de canê xwe winda kirine, ev jî tête wê wateyê ku PKK e nikare li himber teknolojiya şer ya dewleta dagîrkar gerîlayan bparêze.

Ev li demekî tê ku li roja yekşemî ya rabûrî 11/5/2020an, partîya karkerên kurdistanê ragihandibû ku di çalakîyeke gerîlayan de, 8 leşkirên Tirkiyê li Xwakurk hatine kuştin.

Pustên heman beş