Bi sedema PKK ê careke din tirkiyê êrîşê Kanî Masê kir

Bi sedema PKK ê careke din tirkiyê êrîşê Kanî Masê kir

Topavêjên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, bo dema 3 rojane stargeh û cihên PKKê bordoman dike, bi awayekî ku zirarên mezin gihane navçeya Kanî Masê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, di 3 rojên rabûrî de, êrîşê topavêjên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê li xeta navçeya Kanî Masê ya sînorî li ser hereketên PKK ê zêdebûne, lê belê zirara van êrîşan tenê bi xelkê navçeyê ketine.

Di berdewamiya alozîyan de, îro roja pêncişemî 14/5/2020an, gerîlayên PKK ê li sînorê bajarokê Kanî Masê êrîşî binkeyeke leşkirî ya Tirkiyê kirin û di navbera herdu aliyan de şer derket.

Ji ber şerê navbera gerîlayên PKK ê û hêzên Tirkiyê de, zirar gihîşt xeta veguhastna elekterîka niştîmanî ya 33 key vî ya di navbera Amêdî û Kanî Masê de û ev xeta elektirîkê hat qut kirin.

Li rojên rabûrî topxaneyên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê çendîn caran hereketên PKK ê li navçeya Berwarî Bala hedef kirine, li şeva rabûrî jî hinek gulle top bi nêzî gundê Kêste ketine û di encamê de zirarên maddî gihîştin hejmarek malbatên li wî gundî.

Xelkê navçeya Kanî Masê, Amêdî û Berwarî Bala, gazin ji nêzî bûna PKK ê bo gundên xwe hene û dixwazin PKK şerê xwe li gel dewleta Tirkiyê ji navçeyên wan dûr bike.

Ji Tebaxa sala rabûrî û paş dest pê kirina operasyona bi navê pencikê li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK ji bo ku xwe ji êrîşên dewleta Tirkiyê biparêze, hereketên xwe xistine nava gundan de, bi vê çendê tenê xelkê navçeyê dikeve ber êrîşên dewleta Tirkiyê û ji wê demê pêtir ji 20 hemwilatiyên sivîl şehîd ketine.

Bi sedema PKK ê careke din tirkiyê êrîşê Kanî Masê kir

Pustên heman beş