Bûyer li çiyayê Metîn e û zîyanên PKK ê gelekin

Bûyer li çiyayê Metîn e û zîyanên PKK ê gelekin

Partîya Karkerên Kurdistanê hejmareke din a gerîlayên xwe li çiyayê Metîn ji dest dan wexta ku îro ketine ber êrîşeke moşekî ya dewleta dagîrkar ya Tirkiyê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirin, îro roja çarşemî 20/5/2020ê, balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, çiyayê Metîn hedef kir û zirarên canî yên mezn bi PKK ê xistin.

Di êrîşan de 4 gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dan û balefiran paş êrîşê manorên xwe li asîmanê navçeyê domandin.

Partîya Karkerên Kurdistanê ji destpêka îsal ve, bi dehan gerîlayên xwe di êrîşên asîmanî de ji dest dane, ev yek jî tête wê wateyê ku PKK ê êdî şiyanên parastina gerîlayên xwe li himber çek û teknolojîya dewleta dagîrkar nemane.

Pustên heman beş