Li Sêrtê wesayîta leşkerî qulibî û têde 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 7 leşker jî birîndar bûn
Leşkerên ku li Perwarîya Sêrtê ji bo encam dayîna operasyonê diçûn di rê de qeza kirin û wesayîta wan ya leşkerî qulibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de 9 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn, Leşkerên ku di qezayê de birîndar bûn bi helîkopterê hatin rakirin nexweşxanê.
Walîyê Sêrtê leşkerên ku di qezayê de birîndar bûbûn ziyaret kir û dû re destnîşan kir ku di encama qezaya ku pêk hat de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 7 leşker jî birîndar bûn.