Hejmareke çekdarên nenaskirî, îro çekdarekî mîlîşyaya bi navê Sultan Murad a girêdayî arteşa dagîrkar a Tirkiyê li sînorê herêma Efrînê hat kuştin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li rojava kurdistanê destnîşankirin, îro roja duşemî 8/6/2020an, çekdarekî mîlîşyaya bi navê sultan Murad ya girêdayî dewleta Tirkiyê ji aliyê hinek çekdarên nenaskirî li sînorê Efrînê hat kuştin.
Bûyera kuştina vî çekdarê mîlîşya Sultan Murad bi rojekê paş dîtina cesedê keçeka Efrînê tê ku li meha rabûrî ji aliyê çekdarekî heman mîlîşyaye hatbû revandin.
Her li vê derbarê de, nerîngeha Sûryaya mafên mirovan amaje kir ku her îro hinek çekdaran di motorekê de bûn, hewla kuştina hinek çekdar û mîlîşyayên Tirkiyê li bajarê Babê yê Bakurê Rojhilata Helebê kirine, di wê bûyerê jî de mîlîşya yek birîndar ket.
Her li gor nerîngeha Sûryayê, ji destpêka vê mehê ve, hejmareke polîsên navenda Efrînê û Babê ku Tirkiyê paş dagîrkirina wê wan herêman li wir wezîfedar kirine, bi dest çekdarên nenaskirî hatine kuştin.