p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Şervan Derwîş rastî êrîşeke kuştinê hat

Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi rêya mayinekê hat armanckirin.
Hat ragihandin îro roja çarşemî 10/6/2020an Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi rêya mayinekê ku li ser rêya Minbic – Ebû Qelqel hatibû danîn, rastî hewldana kuştinê hat.
Li gorî agahiyan, rewşa tenduristî ya Şervan Derwîş baş e û tenê zerarên madî çê bûne.
Der barê bûyerê de heta niha ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.





