PKK jiyana xelkê gundê Bankê têxe xetereyê de

PKK jiyana xelkê gundê Bankê têxe xetereyê de

Piştî îro serê sibê çekdarên ser bi rêxistina PKKê ve ketî nava gundên “Kişanê û Şîlanê” û bûye sedema derketina şer û vala kirina gund û derbeder bûna şêniyên van gundan, careke din li êvara îro li gundê “Bankê” ê ser bi navçeya Batûfa ve bûne sedema şer û derbederbûna hinek kesên din.

Di berdewamiya şer û aloziyên di navbera PKKê û dewleta Tirkiyê de di nava xaka Başûrê Kurdistanê de, îro êvarê li saet 6ê heya 6:30 ê, PKKe ketîye nava gundê “Bankê” yê girêdayî navçeya Batûfê û ji navenda gund bi çekên sivik teqe li leşkirê Tirk kirîye.

Li gor agahiyên destê me de, gerîlayên PKKê ji navenda gund teqe li ciyê bi navê “Koxên Dîpişkan” li çiyayê Minînê yê hindava gund kirîye û piştre leşkirê Tirkiyê gulleyên ronahiyê avêtine gund, ev gulleyên ronahiyê weke “GPS”ê kar diken û ciyê lê dibe armanc ji bo balefirên ceng.

Armanca PKKê û arteşa Tirkiyê ji vê yekê eve, navçe bibe navçeyeke serbazî û şêniyên mayî yên li gund yan werin kuştin yan jî gund vala bikin.

Pustên heman beş