Hat hînbûn ku Di şeva 23ê Xizîranê de, Filiz Arslan, endama Konseya Rêveber a KJB, di nava wan 4 jinan de ye ku li Kobanî ji hêla dewleta dagirker a Tirkiyê ve hatibûn hedef kirin.
Çavkaniyên herêmî yên pêgeha “Darka Mazi” li Rojava ragihandin ku Filiz Arslan, Endama Kurdînasyona KJB Leyla Agiri, ji bal dewleta dagirker a Tirkiyê ve li gundê Koince ya Halince hatiye hedef kirin û kuştin.
Piştî êrîşa dewleta Tirkiyê, tê gotin ku çar jin mirine û dûv re navê sê kesan hatine eşkere kirin. Her çend ku KCK û KJB-ê heya niha tu şirovek neda ye, lê belê ji hêla çavkaniyên herêmî ve hatiye piştrastkirin ku Leyla Agiri jiyana xwe ji dest daye. Her wiha, birayê mezin ê Leyla Van, rojnameger-nivîskar Günay Aslan, wêneyekî Leyla Agiri di hesaba xwe de parve kir.
Leyla Van kî ye?
Leyla Agiri di sala 1973-an de li Wanê Ozalp hat dinê û sala 1993 tevlî refên PKK bû. Di navbera salên 1994-1995 de, li gorî perwerdehiya li Dîmeşqê, Leyla Agiri li deverên wekî Serhat, Avaşîn, Zap, Xinêre çalakiyên gerîlatî pêk anine. Dema ku baskê leşkerî yê PKK-ê li ser refên HPG-ê bû, ew bi komek hevalên xwe re bi sûça vê yekê ku wan li dijî Bahoz Erdal rêxistin kirîye û çalakiyên leşkerî bicî hiştine, hatin zindankirin. Rêxistina jinan a PKKê di rêxistinên wek PAJK, YAJK, KJB, KJK de berpirsiyarîyek mezin hildaye ser xwe. Hate ragihandin Leyla Van, ev 4 salin li Rojava ye, ew weke kurdînatora xebata jinan li Kobanî tê naskirin.