PKK e dibe sedema malwêranîya gundekê Zaxo

PKK e dibe sedema malwêranîya gundekê Zaxo

Êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê bi sedema PKK ê dewam dike, îro jî gundekî din yê sînorê Zaxo tê vala kirin, paş ku li şeva derbasbûyî ketî ber êrîşeke giran ya moşekan.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, paş ku duh roja înî gundê bi navê “Evlehê” girêday sînorê navçeya Batîfê li sînorî bajarê Zaxo ketîye ber êrîşên balefir û tophavêjên arteşa Tirkiyê, serê sibê ya îro roja şemî 11/7/2020an, gund bi tevahî tê vala kirin.

Li gor agahiyên destê me, bi sedema nêz bûna pevçûnên arteşa Tirkiyê û PKK ê, tenê 5 malbat di gundê Evlehê de mabûn û wan çavdêrîya rez û baxên xwe û heywanên xwe dikir, lê paş ku duh gundê wan ketîye ber êrîşan, îro li sa’et 8:00 sibê, wan 5 malbatan gund bi cî hiştin û ber bi gundê Bankê ve çûn.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” dîmenên nava gund şandine û xweya dibe ku moşekên dewleta Tirkiyê bi malên hemwilatîyan ketine û zirarên pir mezin bi malên wan xistine.

Ji destipêka êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê ku li 15î meha rabûrî bû, heya niha nêzî 50 gundên Başûrê Kurdistanê hatine vala kirin, hejmarek jê li sînorê Zaxo û Batîfê ne, PKK e jî her ku diçe hereketên xwe têxe nava gundan, ev jî bi wê watayê tê ku PKK e dixwaze gundên Başûr wêran bike û şêniyên wan aware û derbeder bike.

Pustên heman beş