Balefirên bê pîlotên Tirkiyê îro careke din hereketa Gerîlayên PKK ê li Heftenînê hedef kirin û zirarên canî pêre xistin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja yekşemî 12/7/2020an, balefirên bê pîlotên dewleta Tirkiyê êrîşê navçeya Heftenînê ya Başûrê wilat kir û hereketên PKK ê hedef kirin.
Di êrîşan de, 3 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dayîne û hat ragihandin di çarçoveya êrîşê de gelek muhîmat û alavên jiyanê yên PKK ê hatin bi dest xistin.
Li vê derbarê de, navenda medyayî ya HPG ê balê leşkirîyê PKK ê, tu agahî li derbara ji dest dayîna 3 Gerîlayan ne weşandine, ji alîyekê din ve, dengoyê kuştina hinek eskerên Tirkan îro li Heftenînê hatîye belav kirin, lê belê tu sazîyeke fermî ev nûçe pişt rast nekirine.