Balefirên Tirkiyê Gerîla hedef kirin

Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, îro hereketa Gerîlayên PKK ê li Başûrê Kurdistanê hdef kirin û zirarên canî pêre xistin.

Êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê bi sedema PKK ê di dome, îro roja çarşemî 15/7/2020an, balefirên ceng yên Tirkiyê, hereketên PKK ê li herêma Heftenînê hedef kirin û di encamê de 3 Gerîlayan canê xwe ji dest da.

Arteşa Tirkiyê dîmenên vê êrîşa hewayî li ser pêgeha wezareta parastina neteweyî parve kirine û li gor wan dîmenan ciyên ku ketine ber êrîşan çiyayî ne û domaneke pir jê berz bûye.

Tirkiyê li 15 meha rabûrî êrîşa ser Başûrê Kurdistanê bi navê Penca Bazê û Penca Piling dest pê kir, îro 30 roj li ser wê êrîşê derbas dibin û rojane medya PKK ê û medyaya Tirkiyê nûçeyên zirarên canî yên hev parve dikin.

Pustên heman beş