Berdevkê mala Êzdîyan: hebûna PKK ê ji bo Êzdîya û hemwilatiyên Şingalê xeterek mezine

Berdevkê mala Êzdîyan: hebûna PKK ê ji bo Êzdîya û hemwilatiyên Şingalê xeterek mezine

Bi dehan Êzidî li çiyayê Şingalê kom bûn û nerazîbûna xwe ji hebûna PKK ê re li Şingalê anîn ziman.

Berdevkê mala Êzdîya, Mam Qewal got, “hebûna PKK ê ji bo Êzdîya û hemwilatiyên Şingalê xeterek mezine. Ji ber ku bi hezaran keç û kurên Êzîdî bi zorê hatin revandin û ew niha di zîndana PKK ê de ne. “

Mam Qewal got, “xwepêşandan dê berdewam be heya ku PKK e dev ji Şingalê berde û girtîyên Êzdîyan serbest berde.”

Dayikên ku zarokên wan ji bal PKK ê ve hatine revandin daxwaz ji hikûmeta Îraqî û civaka navdewletî kir ku daxwazên wan bicîh bînin û gavan bavêjin da ku bi zûtirîn dem ew bi dîtna zarokên xwe dilşad bibin.

Mala Êzdîyan, diyar kir ku ewê xwepêşandanên xwe bidomînin heya ku daxwazên wan pêk bihên.

Pustên heman beş