Barzanî: PDK e hertim armanca pilana nahez û neyarên gelê Kurdistanê bûye

Barzanî: PDK e hertim armanca pilana nahez û neyarên gelê Kurdistanê bûye

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê, di salvegera damezrandina partiyê de dibêje: “Li hemû qonaxên xebatê, PDK e bûye armanca pilanên nahez û neyarên gelê Kurdistanê.”

Mes’ûd Barzanî, îro roja yekşemî 16/8/2020an ku dibe salvegera 74an a damezrandina PDK ê daxuyanî da, emê hinek ji girîngitrîn gotinên Barzanî bêxin berçav.

Barzanî dibêje: “damezrandina PDK ê çerxeke girîng bû li dîroka tevgera rizgarîxwazîya Kurdistanê û bûye xwendingeheke niştîmanî ji boy xebatgêr û têkoşerên Kurd, armanca damezrandina PDK ê zindî hiştina giyanê xebata siyasîya gelê Kurd û bihêzkirina bawerî bi xwebûna take kesê Kurd bû li serdemeke sext û dijwar da.”

Barzanî wiha dewam kir, “PDK e herdem li hemû qonaxan da amrazek bûye ji bo berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê û aliyê serekiyê dakokîkarê wan mafan bûye û ew jî bi kirdarî nîşandaye, ji bo wê yekê PDK herdem cihê hêvîya gelê Kurdistanê bûye û li heman demê de jî herdem bûye nîşan û armanca pilana nahez û neyarên gelê Kurdistanê.”

Barzanî weke hertim helwesta xwe a tekez kirinê li ser pêkvejiyanê anî ziman û dibêje: “li vê salvegerê da tekez li peyama pêkvejiyan û fireh alî û aştîxwaziya nava xelkê Kurdistanê dikîn û ew yek ji erkê serekiyê PDK ê ye ku pêkvejiyana di navbera pêkhatên olî û neteweyî ên Kurdistanê û aştîya siyasî û civakê Kurdistanê biparêzê.”

Serok barzanî di beşeka din a daxuyaniyê de got ku PDK e li encama deriz û duberekiyê ji dayk nebûye, ji bo wê yekê PDK e hêma û navendeke ji bo yekgirtin û yekrêziya îradeya gelê Kurdistanê.

 her li vî warî de PDK e herdem amadeye ji bo birayetî û aştî û yekrêziyê ji ber ku bawerîya wî bi wê yekê heye ku her çi serkeftin û destkeftek ku ji bo gelê Kurdistanê hebûye li saya yekrêzî û tebayî û birayetîya di navbera aliyên Kurdistanîyan pêkhatîye, daxwazê ji PDK ê û aliyên siyasyên Kurdistanê dikim ku bi rûh û giyanê birayetî û berpirsiyarane bi pêkve kar bikin ji bo derbaskirina van gef û griftên ku bûne gefek li ser herêma Kurdistanê.

Serokê PDK ê li dawîya daxuyaniyê behsa hêzên siyasî ên perçeyên din ên Kurdistanê dike û dibêje: “daxwazê ji hêzên siyasyên Kurd li perçeyên din dikim ku rewşa herêma Kurdistanê li ber çav bigrin û nebin sedema wê yekê ku ziyanê li herêma Kurdistanê bê dayîn, ji ber ku êdî xelkê herêma Kurdistanê nikarin tehemula ziyan û bombebaran û kêşeyên din bikin, herêma Kurdistanê bi xwe grift û kêşeyên din heye û nikarê xwe li ber ziyan û êşên zêdetir bigre, ji bo wê yekê daxwaz ji welatên cîran û hêzên Kurdî dikîn rêzê li serwerîya herêma Kurdistanê û Îraqê bigrin û herêma Kurdistanê nekin qada gengeşeyên xwe.”

Pustên heman beş