Teqînekê komên çekdaran li Girê Spiyê hedef kirin

Teqînekê komên çekdaran li Girê Spiyê hedef kirin

Teqînek îro li bajarê Girê Spiyê ê Rojava Kurdistanê çêbû, 4 çekdarên girêday Tirkiyê hatine kuştin û hejmareke din birîndar ketin.

Li gor nerîngeha Sûrî a mafên mirovan, îro roja sêşemî 18/8/2020an erebeyeka mayîn kirî li sînorê bajarê Girê Spiyê ê Rojava Kurdistanê teqîya, 4 mîlîşyayên komên çekdarên girêday Tirkiyê, hatine kuştin û hejmareke din birîndar ketine.

Dest nîşan kir, teqînê zalgeha bi navê Silok – Mebroke li sînorê Girê Spiyê hedef kirîye û tê pêşbînî kirin, hejmara kuştîyan zêdetir be.

Tê zanîn li 14 vê mehê teqîneka din komên çekdarên girêday Tirkiyê li sînorê Til Temrê kirbûn armanc û bi wê sedemê 2 çekdar hatbû kuştin û 4 birîndar ketbûn.

Pustên heman beş