Îro PKK e li Zapê hat bordoman kirin

Îro PKK e li Zapê hat bordoman kirin

Balefirên Tirkiyê îro êrîşê herêma Zapê a li Başûrê Kurdistanê kir, zirarên canî gihandin Gerîlayên PKK ê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 19/8/2020an, balefirên Tirkiyê êrîşê herêma Zapê li Başûrê Kurdistanê kir, di êrîşan da 2 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest da.

Li vê derbarê de, wezareta parastina netewey a Tirkiyê li ser hesaba xwe a twitter ê ev agahî belav kirine.

Ev dema 2 rojan bû, êrîşên Tirkiyê ên li ser PKK ê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî hatbûn sînordar kirin, piştî ku li hefteya rabûrî PKK ê zirarên mezin xwarîn.

Îro 2 meh û 4 roj li ser destpêkirina êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê derbas dibin, ew êrîşa mezintrîn zirarên wê ber herêma Başûrê Kurdistanê ketîn ku ji wî demî bi dehan gundên Başûr hatine vala kirin û êrîş nêzî gund û bajarokan bûne.

Pustên heman beş