Komên çekdarên girêday Tirkiyê, li ser hewên xwe ên bi ser dagirtina malên şêniyên Rojava Kurdistanê bi teybet li bajarên jêr kontirola wan de berdewamin, 10 kes li Şêrawa hatine bin çav kirin, jin û kalemêr di nav de ne.
Li gor nerîngeha Sûrî a mafên mirovan, ji roja pêncşemî 27/8/2020an, komên çekdarên girêday Tirkiyê, li gundê Korziliyê ê sînorê navçeya Şêrawa girêday herêma Efrînê, bi ser malên hejmareke şêniyan de girtine û 10 kes bin çav kirin û heya îro çarenivîsa wan nediyare.
Her wiha dest nîşan kir, kesên bin çav kirî 5 jê jin bûn û 2 kalemêr, 6 ji wan serbest berdan û 4 li gel xwe bo ciyekê nediyar birine.
Nerîngeha Sûrî eşkere kir ku sedem û cînayeteke dest nîşan kirî ji bo bin çav kirin û hewên bi ser da girtina malan li herêma Efrînê tuneye.
Tê zanî ev dema pêtirî mehekê ye, hewên bi ser dagirtina mala li herêma Efrînê û navçeyên wê ji bal mîlîşiyayên girêday Tirkiyê dijwar bûne, bi wê sedemê bi dehan şênî hatine revandin û bi gotina gelê Efrînê mîlîşiya Fidiyê ji bo azad kirina girtîyan dixwazin û herî kêm ji bo serbest berdana her kesekî, pêwîste 6 hezar dolar bi wan werin dayîn.