(Ev name ji hêla xwendevanek me yê ji herêma Berwarî Bala ve hatîye nivîsandin û ji malpera me re hatîye şandin)
Mamoste Xalid Abdurrahman, ji wan xwecîhên herêma Kanî Masê bû ku gelê deverê pir jêre hez dikir. di 19ê Tebaxê de dema ku balafirên şer ên Tirkiyê ew der borduman kirî gundê Kanî Mazî dinava aqarê xwe de şehîd ket. Mamoste Xalid, temen 63 salî bû û ew 40 sal bû li herêma xwe mamoste tî dikir. Wî gelek salan li gundê xwe mamoste tî kir. Ew nêzîkî du meh berê teqawid bû. Wî bi hezar xwendekar avakirin, ew yek ji navên rêzdar yên li herêmê bû.
Mamoste Xalid mirinek wiha heqnekir bû. Piştî ewqas ked û xebat, wî dixwest ku di malbata xwe de jiyanekî bextewarî bijî. Kes mirina wisa heq nake. Nabe çi Kurd hêjayî mirinek wisa be. Em Kurd dizanin ku dagirker dixwazin me hemû Kurd yek bi yek bikujin. Dagirker bi sedan salane me dikujin. Tenê di du salên dawî de, 32 sivîl di êrîşên balefiran de li dewrûberê Duhok ê jîyana xwe ji dest dane. Sedema piraniya van kuştîyan ewe ku PKK Gelê herêmê ji bo xwe weke Mertalê zindî bikar tîne.
Dema ku Mamoste Xalid danê êvarê bi malbata xwe re firavîn dixwar, balafiran li nêzîkî gund ê Mamoste Xalid cihê rez û aqarê wî borduman kirin. Dema ku gullebarana balafirê qediya, Mamoste Xalid diçin agirê bi daristanê ketî vemirîne. Di êrîşa balafirê de çend gerîlayan jî jîyana xwe ji dest dabû. Dema ku Mamoste Xalid digihîje cihê ku agir dest pê dike, li wir 5 gerîlayan dibîne û dibêje wan xwe ji gund dûrbixin. Lê gerîla vê yekê qebûl nakin. Di dema nîqaşê de, balafiran ji bo cara duyemîn borduman kir5 gerîlayan û mamoste Xalid li wêrê jîyana xwe ji dest dan.
PKKê di van salên dawî de hewl dide ku gel li herêma me wekî mertalê zindî bikar bîne û xwe pê biparêze. Ew ne tenê li gundên vala dimînin. Li mizgeft û baxçeyên gundan jî dimînin. Ew gefan li wan kesên ku ji wan re dibêjin ji devera me derkevin, diken. û ji aliyekî din ve jî dibêjin em ji bo parastina gundan li virîn.
PKK li ser xalên rêka têlefon û amûrên din bikar tîne. Ew cilên sivîl li xwe dikin û diçin gundan. Ew dibin sedema mirina mirovan. Lê rexmê ku gel wan dinava xwe de naxwaze lê ew dîsa dikevine nava gel, û wan wekî mertalên zindî bikar tîne. Niha, deverên herî çiyayî yên Kurdistanê ango deverên Berwarî Bala û Behdînan, keftîye deste Artêşa Tirkiyê de. PKK êdî çîya ji dest dane û hewil dide ku xwe di nav mirovên sivîl de biparêzin. Ev jî dibe sedem ku mirovên xwecihên herêmê jiyana xwe ji dest biden.
Em niha dizanin ku PKK qet ne xema mirina sivîlan e. Ew berevajî bi mirina sivîlan dilxweş dibe ji bo ku sûd ê ango mifa jê wergire û ew hewl dide ku bi gelê herêmê re peywendîyeke hestiyar ava bike ew ji bo parastina jiyana xelkê tiştekê nakin, tên nava gundan û dinav malên gundîyan de bicîh dibin. Dema ku kesên medenî mirin jî dibêjin “ev şehîdên me ne û diçin gel malbatên wan digirîn” ango Gelê Herêmê diden kuştin û diçin ser digirîn. Weke tîmsahî nîçêra xwe dikin û peyre jî çend rondikan ser dibarînin. Ger PKK bi rastî dixwaze rêzê ji gelê herêmê re bigire wê deme pêwîste gel ji bo parastina xwe weke mertalê zindî bikar neîne.
Heke em nanekê didin gerîlayên ku dema têne gund, ew nahê wateya ku em ji PKK ê hesdikîn an jî nêrînên wan di pejirînîn na, ji ber tenê dilê me bi wan ciwanên temen biçûk dişawite. Em jiber çand û adetên Kurdawerî gerîlayan ji gundên xwe na qewitînîn. Lê serokên PKK ê vê nêzîkbûna me ya Kurdewarî wekî ku em piştgirî didin wan û em alîgirên wanin diden dîyarkirin. Na, kes piştgiriyê nade PKKê, ji bilî çend kesên ku bi warên karê bazirganî diken ango li herêmê çi kes alîgirê PKK ê nîne.
Wekî gelên Berwarî Bala, em ji PKKê re dibêjin: “Em nabêjîn ku xwe neparêzin, lê me jibo parastina xwe jî nekin mertalê zindî. Ne bêjin em ji bo parastina we li virîn. Hûn nikarin xwe biparêzin vêca çewa dê me biparêzin gelo? Xwe ji gundên me dûr bixin. Carê hemû deverên çîyayî dest weda ne, bihêlin em li gundên xwe bi aramî bijîn.”
PKK ne tenê xelkê wekî mertalên zindî bikar tîne, metirsîyê liser jiyana sivîlan jî çêdike. heman demê de heku sivîl hatin şehîd kirin xwe berpirsyar nabîne û şerim jî nake û dibêje gel gazî me kirîye ku em bihêne deverê.
Di vê bûyera dawîyê de jî PKK ê direw kir û got; dema mamoste Xalid çûyî gerîlayan rizgar bike hatîye şehîd kirin. lê belê jina Mamoste Xalid, Nazdar xan beşdarî bernameya televizyonê bû û got: ew çû ku agir vemirîne, lê agir kefte nava mala me.
Wekî hewcehiyek rêz girtina ji bo bîranîna Mamoste Xalid û şehîdên din ên gelê me, divê PKK dev ji bikaranîna sivîlên deverê wekî mertalê zindî berde. Axa me di bin metirsiya artêşa Tirk û PKK ê da ye.