Arteşa Tirkiyê îro dest bi operasyoneke leşkirî a mezin li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê li sînorê Mêrdînê a Bakurê Kurdistanê kir, bi sedan esker têde beşdarin.
Li gor daxuyanîya wezareta karên navxwe a Tirkiyê, îro roja sêşemî 1/9/2020an, qonaxa 8an ji operasyona bi navê Yildirim li dijî PKK ê li sînorê parêzgehîya Mêrdînê dest pê kir, 831 esker, cendirme û gund parêz û 122 têmên teybet têde beşdarin.
Wezareta navxwe dest nîşan kir, di qonaxên 1 heya 7 ji operasyona Yildirim ku li Licê ya Amedê, Agirî û devera Hekariyê bûn, herî kêm 38 Gerîla canê xwe ji dest dane.
Navenda çapemenî û ragihandinê a HPG ê balê leşkirî yê PKK ê, agahî li derbara vê êrîşê belav nekirine, lê belê li rojên rabûrî kuştina 9 eskerên Tirk li navçeyên ku operasyona Yildirim lê hatîye meşandin ragihandibû.