YJA-STAR ê 2 esker kuştin

YJA-STAR ê 2 esker kuştin

Yekîneyên Jinên Azad, YJA-STAR ên girêday PKK ê li Bakurê Kurdistanê li eskerên Tirkan xist, dû esker kuştin.

Li gor daxuyanîyek nivîskî a HPG ê, balê serbazî yê PKK ê, yekîneyên YJA-STAR ê li roja 2/9/2020an, li navçeya Sumbulê a girêday Colemêrgê, kemîn li ber eskerên Tirkan danan û lê xistine.

Hem wext li heman rojê û li navçeya Ezîzanê a girêday Sêrtê, Yekîneyên YJA-STAR ê li eskerên Tirk xist û dû esker kuştin û hejmarek birîndar ketin.

HPG ê di daxuyanîya xwe de eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê bi taybet li navçeya Ava Lolanê a girîday Xwakurkê, Balefirên Tirkiyê navçe bordoman kir, lê belê gotîye ku tiştek li Gerîlayên me nehatîye.

Arteşa Tirk û HPG e berdewam amarên zirarên canî ên hev belav dikin, lê belê tu alîyekê din wan amaran pişt rast nake, lewma dibe ev hejmar kêmtir yan bêhtir bin.

Pustên heman beş