PKK e li Gundê  Sergelê hat bombebaran kirin

PKK e li Gundê  Sergelê hat bombebaran kirin

Balefirên ceng yên Tirkiyê berya demekî gerîlayên PKK ê li sînorê parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îşev gerîlayên PKK ê li aqarê gundê Sergelê bombebaran kirine û zerar bi aqarê gund ketîye.

Dest nîşan kir, balefiran li saet 11:40 xulek 3 mûşek li devera bi navê Baniyê dane li nêzîkî rûbarê sipne û her wiha li pira gundê Mijê.

Herçend ku ziyanên PKK ê nehatine zanîn, lê belê bi egera bombebaranê, agir bi aqarê gund ketîye.

Partîya Karkerên Kurdistanê, ji 15 meha Hizîrana îsalê û destpêkirina êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê welat, roj bo rojê gerîlayên xwe nêzî gund û bajarokan dike ji bo ku werin bombebaran kirin û ew cî bibin meydana şer, xelkê gundan jî gazinde ji PKK ê hene û ew dixwazin gerîla ji gundên wan dûr kevin.

Ji destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya meha Hizîrana îsalê, nêzî 50 gundên Başûrê Kurdistanê bi taybet li sînorê Duhokê hatine vala kirin, hejmareka welatîyan jî bi êrîşên Tirkiyê şehîd bûne.

PKK e li Gundê  Sergelê hat bombebaran kirin

Pustên heman beş