Şerê PKK ê û arteşa Tirkiyê di dome, di 24 sa’etên rabûrî de, PKK ê zirarên canî ên mezin xwarine.
Li gor agahiyên destê me, di tev êrîşên dewleta Tirkiyê de li Başûr û Rojava Kurdistanê, 21 Gerîlayên PKK ê û Şervanên YPG ê di 24 sa’etên rabûrî de canê xwe ji dest dane, arteşa Tirkiyê ragihandîye ku li dema 10 rojên rarabûrî jî, 118 Gerîla bûne amanc.
Di vê derbarê de navenda medyayî a HPG ê balê leşkirî ê PKK ê tu agahî li derbara vê amara Tirkiyê nedane, lê belê her li navbera çend rojan nûçeyên ceza kirina eskerên Tirk parve dike.
Her li navbera çend rojan, dewleta Tirkiyê û HPG e amarên zirarên canî ên hev belav dikin, lê belê ev amar dibe cenga ragihandinê be, ji ber ku ji tu aliyên din ve nayên pişt rast kirin.