Komên çekdarên girêday Tirkiyê li ser revandina ciwanên Efrînê berdewamin û îro 3 kes hatine revandin, dû jê birayên hevin.
Li gor nerîngeha Sûrî a mafên mirovan, îro roja sêşemî 22/9/2020an, komên çekdarên girêday Tirkiyê, 3 ciwanên navçeyên Mabatê û Cindrêsê yên herêma Efrînê revandine û ji bo cîyekê nediyar birine.
Dest nîşan kir, yêk ji wan kesên ku hatine revandin bi navê Mihemed Hacî Hesene û ji bal polîsên leşkirî ve duh hatîye revandin.
Her wiha dû ciwanên din ku birayên hevin bi navê Reşîd Xurşîd û Dîdar Xurşîd ji gundê Kora yê ser bi Cindirêsê ve revandine, çekdaran pere û otombîleke wan dizîn û piştre ew bi ber cihekî nediyar ve birin.
Her li vê derbarê de, rêxistina mafên mirovan amaje da, gelek caran giropên çekdaran ji bo pereyan ji welatiyên Kurdên Efrînê bistînin, wan bi tumeta pêwendîya bi Rêveberya Xweser re tumetbar dikin û direvînin.