Balefirên Tirkiyê PKK ê li gundê Bêşîlê bordoman dike

Balefirên Tirkiyê PKK ê li gundê Bêşîlê bordoman dike

Êrîşa ser gundên Başûrê Kurdistanê bi sedema PKK ê berdewame, êvara îro gundekê din yê Duhokê ket ber êrîşan.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, êvara duh roja înî 2020/9/26an balefirên dewleta Tirkiyê di te’qîba liv û tevgerên PKK ê de, navçeya Kanî Masê li Berwarî Bala hedef kir.

Dest nîşan kir, balefiran li demjimêr 5:30 êvarê mûşek li nuqtyên PKK ê li devera geliyê Dêra ku dibe aqarê gundê Bêşîlê yê girêday parêzgehîya Duhokê dane.

Ev jî dibe cara sêyemîn ji şeva derbasbûîy ve, gundên Duhokê dikevin ber êrîşên hewayî yên Tirkiyê. Li şeva derbasbûyî balefiran stargehên PKK ê li devera Berwarî Bala hedef kirbûn, nîvroja duh  jî mûşek li serê çiyayê Bêsmitê ku dibe aqarê gundê Rezîkê dane.

Herçend ku zirarên êrîşan nehatine zanîn, lê tirs li cem xelkê navçeyê çêbûye. Dewleta Tirkiyê mezintirîn êrîşa ser Başûrê Kurdistan li dijî PKK ê li xizîrana rabûrî dest pêkirbû, ji wê demê ve PKK bi awayek sîstmatîk xwe nêzî gund û bajarokan dike bi armanca wê yekê ku bibin meydana şer û ji şênîyan were vala kirin.

Pustên heman beş