Eskerek Tirk li Başûrê Kurdistanê hat kuştin

Eskerek Tirk li Başûrê Kurdistanê hat kuştin

Eskerekê Tirk li Başûrê Kurdistanê hat kuştin û arteşa Tirkiyê dibêje: Ew bi mayîneka PKK ê hatîye hedef kirin.

Li gor daxuyanîyek nivîskî a wezareta parastina netewey a Tirkiyê, îro roja sêşemî cesedê eskerê Tirk ku di şerê li gel PKK ê de li Başûrê Kurdistanê hatîye kuştin, ji bo Bakurê Kurdistanê hat veguhastin.

Arteşa Tirkiyê ciyê kuştina eskerê xwe îlan nekir û tenê gotîye ku ew li Başûr hatîye hedef kirin û navê wî Serdar Temellî ye û xelkê gundên dorbera Hekariyê ye.

Ev eskerê Tirk Kurdek Bakurê Kurdistanê ye, li vir jî ev yêk xweya dibe ku dewleta Tirk siyaseta xwe a caran di domîne û ciwanên Kurd her bi destê Kurdan dide kuştin.

Pustên heman beş