Nûçeyên derew yên derbarê Rojava de û Tîma Beko ê Ewan…

Nûçeyên derew yên derbarê Rojava de û Tîma Beko ê Ewan…

Gelek derdorên ku ji hevdîtinên yekîtiya hêzên Rojava aciz dibin, hene. Pêşketina yekîtiyek wisa dê bandora xwe li hevsengiya niha li Rojhilata Navîn heyî bike. Ne tenê dê bandorê bike, belku dê ew bedelên Kurdan van deh salên dawî de dayîn jî wê bibe xwedî statoyek sîyasî. Lê mijara yekîtiyê ne tişteke ku pir kes xwe nêzîkî wê bike. Di nav Kurdan de layanek jî heye ku dijminahiya yekîtiya Rojava dike. Hêza ku vî layanê dijî yekîtîya Rojava têr dike, mezin dike û provoke dike PKK û xebatkarên çapemeniya PKK ê bixwe ne.

Ger li Rojava yekbûn pêk were, “Kurd dê winda bikin” “Armanca guftûgo ên Rojava tûnekirina PKK ye” “Ger ENKS û PYND li hev bikin, û fikra “xiyaneteke li şoreşa Rojava tê kirin” tê xwestin ku di mejiyê Kurdan de cih bikin. Ji bo vê yekê jî ev stratejiyek gav bi gav bi plangerîyekî xort tê meşandin.

Gelo ma KDP ê di navbera Rojava û Başûr de her 500 metreyan de qereqolek ava kiriye?

Lingê yekem yê vê stratejiyê ewe ku ENKS ê weke neyarê Kurdan nîşan bide. Bi xwezayî ENKS û têkiliyên li gel PDK bi rengek werimandî danîn nîşandan û girêdanek bi Tirkiyeyê re jêre ava diken. Formula ENKS = KDP = Tirkiye dixwazin çêbikin. Çapemeniya PKK ê jî li gorî vê stratejîyê dest bi çêkirina nûçeyên asparagas kir ku vê formulê bixe nava goşt û hestî. Nûçeya yekem dibêje “KDP ê li ser sînorê Rojava zêdetirî 40 qereqola ava kiriye.

Li gorî nûçeyên di Havar News û medyayên din ên biser PKK ê de, PDK-ê 40 qereqol li derdora deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ava kir. Dibejin Sedema ava kirina va qereqolan ewe ku dema tirkîya êrîşî Rojava kir dê KDP jî bi wan re êrîş bike. Li ser vê yekê gelek teoriya komployê hatiye çêkirin. Lê belê, çavkaniyên herêmî kesekê jî ev agahdarî piştrast nekirin. Sînorê di navbera Rojava Başûr de du parçe ye. Ya yekem beşek ji Pira Sihêla ber bi sêkûça bakûr,   Başûr û Rojava di gîhîjin hev, ku ava Xabûr tê re derbas dibe û dirêjahiya wê 5,5 km ye. Ji xeyrî qereqolên ku bi salan e li wir hene, çi qerekolên din nehatîne çêkirin. Li beşa duyemîn a sînorê Rojava û Başûr, ber bi çîyayê Şengalê ve dirêj dibe, êdî av di navbera Başûr û Rojava naherike. Piştî xiyaneta 16 ê October ê , piraniya sînorê vê herêmê ji hêla Heşda Şebî ve hate kontrol kirin. Sînorê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vê deverê 24 km ye ku ji Sihêla heya Mehmûdîyê dirêj dibe. tevahî tixûbê hema  30 km ye. Li gorî nûçeya PKK ê, KDP ê di navbera van 30 km an de nêzîkê 50 qereqola ava kirine, ango her 500 metreyan de qereqolek dikevê.

Nûçeyên medyaya PKKê ne tenê derewe di heman demê dûrî mentiqe jî. lê ji bo ku nûçe derewa xwe weke rastî biden dîyar kirin, wêneyên qereqolên ku van 3 salên dawî  li ser sînorê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Heşda Şebî de bûn hatine parve kirin. Çima medyaya PKK ê ji bihêzkirina sînorê di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û Heşda Şebî de aciz dibe?

şûnda, Hawar News nûçeyek din lezgîn belav kir û got: li Rojava Mît sîxûrîyê pêşdixe. Dûv re ew navê çend sivîlên belingaz belav dike û dibêje ev casus in. ji bo saziya îstîxbaratê ya li Başûr dixebitin. Helbijartina demê bê kêmasî ye, hema piştî ku danûstandinên di navbera ENKS û PYND de bilez bûn û James Jeffery çû serdana Rojava û ji wan xwest ku lihevkirinek çêbikin ev nûçeyên direw tên servîs kirin. Dîsa ji bo bi hestên gel bilîzin fox a nûçe yê de behsa MIT ê dike. Dixwazin têgihiştinek biafrînin. Naveroka nivîsê jî liser vî babetî tê nivîsîn. Dîsa Bi gotinên direw dixwezin kîndarîyê nava Gel de belav bikin.

Tîma Beko Awan liser kar e

Bê guman ev tîm dixweze binesaziya bîrdoziya siyasî ya vê têgihiştinê dagire. Ez ji vana re dibêjim tîmê Beko ê Awan. Di navbera Mem û Zînê de stiriyek wusa jî ev tîm e. Ev stiriyên di nava Kurdan de ne. serkêşê vê Tîmê Beko Awanê mezin Ferda Çetin e. Du nîqaşên sereke yên li jor hatine behs kirin hene, ya yekem ku pêwendiyên ENKS û Tirkiyeyê bi hev ve girê dide. Heya hew qas pêşda dibe dawî de jî, dibêje bi alîkariya Tirkiyê ê û  KDP Rojava hatîye dagîrkirin.

Ew dibêjin ku yekîtiya di navbera ENKS û PYND de mayînde nabe, yekîtiya rastîn divê di navbera KDP, Goran, YNK û PKK de lazime hebe. Bi gotinek din, taktîka bingehîn a ku PKK her gav bikar tîne eve ku armancên mezin nîşan bide û tiştek jî nexwaze. Bi rastî, ya rast, PKK naxwaze yekîtiyek di navbera hêzên siyasî yên li Rojava de çêbibe. Sedema sereke ya her tiştî ew e ku PKK yekîtiyek wiha ji bo berjewendiyên xwe yê hîzbî xeter dibine û dibêje zirarê dide min.

Ma Rojava yêkîneyek PKK ê ye ?

PKK dixwaze ku Rojava mîna yekîneyek leşkerî rêve bibe. Heya dixwaze wê mîna Kampa Mexmûr bimeşîne. Divê hilbijartinên sembolîk werin çêkirin, mirov we bibîne ku hilbijartin hemû tiştî dîyar dike, lê bi rastî qadroyên ji Qendîlê tên şandin xebatê sazdiken. Yên hatîn hilbijartin weke mankenekî vîtrînê tê bikar anîn. Helbijartin tên çêkirin lê belê berîya çend mehan li Qendîl tên erkdarkirin. Mirovên sivîl weke hevserok tên dîyarkirin lê Sebrî Ok û Aldar Xelîl gazî wan hevserokan dikin û telîmat didin wan.

PKK aboriya Rojava jî radestî wan nake. Ew ji Qendîlê radibe û karmendekî 30 salî wekî karmendê darayî destnîşan dike. Em têkilîyên din ên tifaqî û siyasî jî nahijmêrîn. Tenê di warê îdarî de jî nêzîkatiyek wusa tûnd yê hizbî heye. Bi gotinek din, PKK dixwaze ku Rojavayê Kurdistanê tenê ya wî be. Ji Mezlûm Abdî tê xwestin ku her roj notek agahdariyê ji Qendîlê re binivîse û telîmatan werbigire. PKK dixwaze ku Rojavayê Kurdistanê mîna rezê bavê xwe bimeşe. Bila her kes dibin fermana wan de bijî. armanca van nûçeyên derew hemî va ye.

Bi rastî, êrîşa PKKê ya li dijî hevdîtinên yekîtiya di navbera ENKS û PYND ê de armanca din jî ewe ku karmendên Rojavayî yên dixwezin yekîtî çêbibe armanc bike. Ger ENKS MIT be, wê demê ji Qadro û siyasetmedarên PKKê yên Rojava re tê gotin ku hûn bi dijmin re hevkariyê dikin. Ew tên tewanbar kirin.

Wekî din, ne di navbera Rojava û Başûr de 40 qereqol hene, ne jî planek Başûr heye ku Rojava dagîr bike. ne jî van axaftinên yekîtiyê bi MITT-ê ve têkildarin. Tenê yek rastîyek heye ku koma Beko Ewanan ku xwe qadro bi nav dike dixwaze mîna stiriyek di nav gelê Kurd de şîn bibe.

Pustên heman beş