Di çarçûveya operasyonên desteser kirinê ku dewleta Tirkiyê li dijî endam û alîgirên PKK ê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meşîne, îro 19 kadir û berpirsên HDP ê hatine desteser kirin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja pêncşemî 1/10/2020an, bi fermana dozgerîya giştî ya Qerisê, 19 endam û berpirsên Partîya Demokratîk a Gelan HDP ê hatine desteser kirin.
Desteser kirina wan bi cînayeta endam û alîgrîya Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê ye.
Alîkarên serokê şaredarîya Qerisê li ser pişka HDP ê Şevîn Alaca û Mu’ezez Çaxrîtekîncî û hejmareke din ya endamên HDP ê di nava kesên desteser kirî da ne.
Hem wext berpirsê melbendê HDP ê li Qerisê Cengîz Anlî û hejmareke endamên encûmena şaredarîya Qerisê û melbenda giştî a wê partiyê hatine bin çav kirin.
Dewleta Tirkiyê cînayeta komkirina pereyan ji bo PKK ê xistine pal kesên desteser kirî.
Tê zanên bac stendin ji hemwilatiyên Bakurê Kurdistanê bi yêk ji çavkaniyên sereke ên paredarkirna PKK ê tê hesab kirin.